Sereke

Ji Ermenîstanê nêzîkî 4O advokatî hazirîya xwe elam kirine ku herine Adirbêcanê bona ku dîlên ermenîye leşkerî biparêzin

Ji Ermenîstanê nêzîkî 4O advokatî hazirîya xwe elam kirine ku herine Adirbêcanê bona ku dîlên ermenîye leşkerî biparêzin. Palata advokatên Ermenîstanê şêwirdarî teşkîl kirîye ku li Adirbêcanê alîkarîya hiqûqî bidine dîlên ermenîye leşkerî, yên ku li Adirbêcanê tên mehkemekirinê.

Serokê palata advokata Ara Zohrabyan gotîye, wekî dîsa rasthatinek tevî wekîlê Ermenîstanêyî li mehkema Avropayêye mafên mêriv têra dibînin. Ewî gotîye, wekî hinek pirsên gotûbêjkirinê hene û nêzîkî 4O advokatî derheqa hazirîya xweda elam kirine ku herine Bekûyê û piştgirîya hiqûqî bidine dîlên ermenîye leşkerî. Zohrabyan gotîye, wekî ew nizane ku çiqas dîlên leşkerî li Adirbêcanê hene, lê daye dîyarkirinê, wekî merivê amin bona wan pêwîste.

Zohrabyan hêvîdare wekî bi saya vê hevkarîyê mecalê hebe pê bihesin ku çiqas dîlên ermenîye leşkerî li Adirbêcanê hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button