Sereke

Rûsîya nava sûka leşkerîda wê “kujera” “Bayraktarên” tirka raberke

Rûsîya nava sûka leşkerîda wê “kujera” “Bayraktarên” tirka raberke. Ew dirona rûsîye “Orîon”-e. Derheqa wê yekêda RÎA Novostîyê ragîhandîye. Hatîye ragîhandinê wekî girêdayî wan dironara pêşnîyar şandine li çend hevaltîyên ji welêt der, yên ku dikarin hewaskarîya xwe hindava vê dironêda bidine kifşê. Hetanî dawîya vê salê, yan jî destpêka sala tê, prosêsa frotanê dikare destpêbe.

Kanîya înformasîyon dide dîyarkirinê, wekî dirona rûsî wê bibe “kujera” dironên  usa, çawa yên tirkaye “Bayraktar”-in. Dirona  rûsîye “Orîon” bi hemû mecalên derbgîhandinên avîyasyîonva hatîye razîkirinê, ya ku dikare hemû hedefa bide tunekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button