Sereke

Yektîya Avropayê dikare sînorkirinên vîzayên bona welatîyên Ermenîstanê bide hildanê

Yektîya Avropayê dikare sînorkirinên vîzayên bona welatîyên Ermenîstanê bide hildanê.Derheqa wê yekêda kanîya dîplomatîye li Şêwira Avropayê ragîhandîye. Hatîye dîyarkirinê, wekî serokatîya Yektîya Avropayê pêşnîyar kirîye, ku Ermenîstanê bikine nava cêrga wan welata, welatîyên kîjanî dikarin bi meremê tûrîzmê li zona  Şêngênê biqesidin, usa jî li Swîsêrê, Norvêcê, Îslandîyayê û Lîxtênştêynê.

Hîvîyêye, wekî sibê wê pirsê wextê civîna baylozên Yektîya Avropayê, bona gotûbêjkirinê û dengdayînê pêşda  bikişînin.

Sala derbazbûyî, wextê ku Şêwira Avropayê Gurcistan kiribû nava navnîşa welatên  «çareserbûyî», cêrge welatên avropî qirar kiribûn sînor bona welatîyên Gurcistanê bidine vekirinê. Feqet Çêxîyayê bona halê ji nexweşîya koronavîrûsê pêşdahatî ew yek nekiribû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button