Sereke

Peymana aşîtîyê wê neyê îmzekirinê, hetanî ku pirsgirêka Arsaxê helkirî nîbe: Rûbînyan

Serokê komîsîya parlamênta Ermenîstanêye heleqetîyên der, parlamêntvanê ji fraksîya “Gava min”, Rûbên Rûbînyan tevî  Spûtnîk Armênîyayê qise kirîye û derheqa bûyarên piştî şêr, pirsgirêka Arsaxê û heleqetîyên ermenîya-azêrîyada gotîye. Bi gotina wî, paşdaanîna koma dîlên ermenîye dawî kirina yekcare nîne, şuxulkarî gerekê berdewambe.Bi xeberdana derheqa gotinên derheqa sivdera Mêgrîyêda, derheqa kîjanêda serokên Adirbêcanê û Tirkîyayê dibêjin, Rûbînyan gotîye wekî gerekê guh nedine wan elametîya, çimkî ew gotin xwestinên wanin.

“Li dinîyayê welatekî usa tune, yê ku derheqa sivdera Zangêzûrêda dibêje, xêncî Adirbêcanê û Tirkîyayê. Nava elametîya 9-ê mijdarêda derheqa wê yekêda tune. Rûsîya jî derheqa wê yekêda nabêje û negotîye. Nava elametîya sêalîda derheqa vekirina rêyên herêmêda hatîye gotinê, lê nava elametîya 11-ê meha çileda diha zelal hatîye gotinê. Tu tişt derheqa sivdera nava Ermenîstanêra tune û nikare hebe, bo wê yekê jî Ermenîstanê tu cara wê pirsê gotûbêj neke”, serokê komîsîya paralamêntêye heleqetîyên der gotîye.

Bi xeberdana derheqa elametîya Bekûyêda ku Ermenîstan gerekê peymana aşîtîyê tevî Adirbêcanê îmzeke û yektîya têrîtorîyayên wê naske, Rûbînyan gotîye wekî dew-doza  Qerebagê ser hevda nehatîye, çimkî pirsa statûsa Arsaxê vekirî maye, derheqa kîjanêda hemsedirên koma Mînskê dibêjin. Bi gotina Rûbînyan, peymana derheqa aşîtîyêda Ermenîstanê hetanî wî çaxî îmze neke, hetanî ku pirsgirêka Qerebagê neyê helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button