Sereke

Tirkîya bi fermî ji peymana Stembolê derketîye

Tirkîya bi fermî ji peymana Stembolêye navnetewî derket ya ku bona îzinnedayîna zordarîya hindava jinadaye. Derheqa wê yekêda ajansa Roytêrsê ragîhanlîye.

Serokê Tirkîyayê  Recêb Tayîb Êrdogan 19-ê adarê emirnivîsara xweda dabû dîyarkirinê, wekî welatê wî ji peymana Şêwira Avropayêye bi navê peymana Stembolê derdikeve. Piştî   axaftinên bi meha ku Tirkîya gerekê hindava vê peymanêda çi cûreyîbe û komên îslamîstî jî dijî peymanê derdiketin û digotin wekî ev peyman qîmetîyên malbeta tirkî diteribîne û propaganda homosêksûalîzmê dike, ev gav hate avîtinê.

Ev gava Êrdogan protêstokirina bi hezara meriva pêşda anî. Derketina Enqerêye ji vê peymanê ji alîyê civaka  navnetewîda, nava wanda Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Yektîya Avropayê, rexne kirin.

Zordarîyên hindava jina û kuştinên wanda li Tirkîyayê pirsgirêkên mezin pêşda tînin û prêssa her dem derheqa wê yekêda dinivîse.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button