Sereke

Çekdarên DAÎŞ-ê şeş gundîyên ji Dîyalê revandine û kuştine

Êvara 4-ê tîrmehê çekdarên DAÎŞ-ê li nêzîkî Xaneqînê, li provînsîya Dîyalê, êrîş birine ser du gunda û şeş gundî revandine. Li wan gunda kurd û ereb dijîn.Wextê êrîşê, têrorîsta du binelî birîndar kirine û du avtomaşîne şewitandine. Piştî çend seheta hêzên bêqezîyabûnê cinyazên pênc gundîyên revandî dîtine. Ji wana dudu kurdin, lê sisê jî erebin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button