Sereke

Tirkîya dixweze eskerê Adirbêcanê werguhêzî pareskerekî xwe bike

Tirkîya dixweze eskerê Adirbêcanê werguhêzî  pareskerekî xwe bike. Derheqa wê yekêda şiroçîyê sîyasî Argîştî Kvîryan  gotîye.

«Nava telîmên tirka-azêrîyaye leşkerîda daqurtandina eskerê Adirbêcanê diqewime. Ew yek tê kirinê ku ştaba Tirkîyayêye sereke bikaribe bi hêsanî serkarîyê bike. Adirbêcan jî sirîya xweda dicêribîne  li Qafqasîyayê eskerê herî şerkar sazke û roja îroyîn ew  yek usa dibe. Roja îroyîn Adirbêcan bûye pêşîkêşa Qafqasîya Başûr, bi esker û êkonomîka xwe, lê ambîsîyayên wê jî zêde dibin. Roja îroyîn Adirbêcan dicêribîne li çend herêma sîyasîya agrêsîv mîyaserke. Ji wê yekê zêdetir ew nake, lê binelîyên Adirbêcanê li Dagistanê, li Gurcistanê dighîjine nêzîkî 4OO hezarî. Hejmara azêrîya usa jî li bakûrê Îranê mezine. Gilî derheqa 2O-25 mîlîonîdane»,- ewî gotîye.

Şiroçî daye dîyarkirinê, wekî Îran, Rûsîya û Çînistan wê gelekî poşmanbin, ku îzin dan ku ermenî nava vî şerîda binkevin. «Çimkî binketina ermenîya ruhdarbûna cimetên tirk pêşda anîye. Hedefa wan ne tenê ermenîne, lê dikare bibe Îran yan jî Rûsîya. Ev hemû tiştî usa kirîye ku cimetên tirkîaxif jî naxwezin bisekinin»:- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button