Sereke

Aşxên Sîmonyan nava pareskerên mexsûsda qulix kirîye, tevî şerê 44 roje bûye: Armên Xaçatryan /wêne/

Armên Xaçatryanê parlamêntvan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye: “Du roj pêşda  min Aşxên Sîmonyan bi mêvandarî li parlamêntê qebûl kir. Ezê tu cara bîr nekim, ku çawa şerkarên pareskerên mexsûs nava şerê 44 rojada şer kirine, nava wanda usa jî keçên cahil hebûn.

Fermandarê wan gote min ku ji wan keça yekê pênc dimjin kuştibûn û bi wî cûreyî piştêva paresker parastibû. Ez pê hesîyam, wekî zaroka wêye şeş mehî hebû û ewê zaroka xwe li cem dayîka xwe hiştibû, lê bi xwe jî tevî şêr bibû.

Piştî çend meha min Aşxên Sîmonyan dît, ya ku ji destpêka şêr hetanî dawîyê tevî şêr bibû û ewê derheqa xweda tu tişt belav nekiribû. Aşxên usa jî nava lehca navnetewîye boksê û kîk boksîngêda serketîye û niha naxebite.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button