Sereke

Barzanî konsûlê ŞAY-yî nû qebûl kirîye

Serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî konsûlê sereke, yê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî li Hewlêrê, Robêrt Paladîno qebûl kirîye.

Wextê hevdîtinê,  lîdêrê kurd  razalixî elamî konsûlê berê Robêrt Wollêr kirîye û konsûlê nûra jî açixî xwestine.

Alîya bûyarên sîyasîye van axirîya û bûyarên nava dorana bêqezîyabûna Kurdistanê û Îraqê, usa jî derheqa hilbijartinên parlamênta Îraqê, gotûbêj kirine.

Paladîno îzbat kirîye, wekî Waşîngton qedirê cedandina gelê kurd digre û dicedîne ku Kurdistana qewat û yekbûyî sazbe.

“Ez  bi hevkara Amêrîkayêye kevinar û dîrokî, gelê kurdî li  Îraqê, firanx dibim”,- Paladîno gotîye “Kurdistan 24”-ê gotîye: “Ez bêsebir hîvîyême ku çawa konsûlê amêrîkî pêwandîyên di navbera Ştatên Yekbûyî û Kurdistana Îraqêda bidime qewîkirinê”,-konsûlê ŞAY gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button