Sereke

Fermandarê HSD-ê: Tirkîya nikare heta-hetayê li Sûrîya Bakûr bimîne

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mezlûm Ebdî elam kirîye, wekî eskerê tirka nikare li nehîyên kurdaye li bakûrê Sûrîyayê bimîne.

Wextê opêrasîyonên sala 2O18-a û 2O19-a, Tirkîyayê nehîyên Sûrîyaêye  bakûr, Efrîn, Serêkanîyê û Girê Sipî hildane bin kontrola xwe. Opêrasîyon bi  menîya derxistina hêzên kurda, yên ku PKK-va girêdayîne, hatine mîyaserkirinê.

Wextê konfêransê, ya ku bona mihacirên ji  Serêkanîyê hatîye derbazkirinê, Kobanî gotîye, wekî paşdaanîna têrîtorîyayên ji alîyê tirkada okûpasîyakirî, hazirîya hêzên Sûrîya Dêmokratîk û binelîyên cîhva girêdayîye.

“Eskerên tirka û komên piştgirên wan nikarin li van nehîya heta-hetayê bimînin, çimkî ji alîyê cimetêda ewê nayêne piştgirtinê”,- Kobanî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button