Sereke

Rojnama “Komara Ermenîstanê”: têra tê dîtinê ku înstîtûta welatên hevkar, yên OPBK sazkin

Civîna Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv têra dibîne înstîtûta welatên peymanêye hevkar sazkin. Hîm tunebûn wekî bifikirîyana, ku diqewime ji alîyê Adirbêcanêda berdaxustin hebûna, ku bi cûrekî statûsê tevî wê yekêbûya. Ji alîkî mayînva îro xeberdan diçe, ku Adirbêcanê û Pakîstanê tevî şuxulkarîya vî cûreîye întêgrasîyon bikin. Ew yek dide kifşê, wekî nava gotûbêjkirinên pêşda hinek pevketin hatine destanînê.

 Nava prêssa azêrîyada carina tê gotinê,wekî  hewaskarîya wane hindava endemtîya nava organîzeyêda tune û tê gotinê, wekî ew sîstêm nikare pirsgirêkên endamên xwe helke û li wir kirinên wan tunene.Carina jî dibêjin, wekî pêwandîyên Adirbêcanêye baş tevî edamên wê sîstêmê hene û hewcetî tune ku ew nava wê sîstêmêdabin, li kîderê Ermenîstane.Ev yek dide kifşê, wekî Adirbêcan û civaka wê hê hêzir nînin bikevine nava deşta çêkirinê û hevkarîyê.Êyforîya wa gotî “serkeftinê” awqasî mezine, wekî nihêrandina berbi pêşerojê serokatîya Adirbêcanê  û doranên wêye civakî-sîyasî dane korkirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button