Sereke

Blogêrê azêrî û rêjîsîorê sînêmayê banga bona şuhurandina jina kirîye

Wezîreta Adirbêcanêye karên hundur dijî blogêrekî lêpirsîn destpê krîye, yê ku nava torên sosîyalîda bang kirîye, ku hindava jinada zordarîyê mîyaserkin. Azeri Daily–ê elam kirîye, wekî cîhê wî merivî tê zelalkirinê û hindava wîda qirarê bê qebûlkirinê.

Gilî derheqa wê yekêdane, wekî  malperên sosîyalîda wî merivî bang kirîye ku zordarîyê hindava wan jinada mîyaserkin, yên ku kincên vekirî xwedikin. “Ez bang dikim, ku hûn li kîderê jinên bi kincên vekirî bibînin, hema li wir jî wana bişuhuhirînin”,- ewî gotîye.

Piştî wê yekê ewî lêyborîn xwestîye û ew meriv bêhurmet kirine, yên ku dijî fikira wî derketine.Navê wî merivî Tûral Seferove, yê ku rêjsîyorê sînêmayêye û xudanê fîlma “Koma”-ê ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button