Sereke

Li Şedadîyê sê çekdarên DAÎŞ-ê hatine girtinê

 Komên  şerkarên  hêzên Sûrîya Dêmokratîke dijî têrorê, sê çekdarên DAÎŞ-ê girtine, yên ku bi aktîvî tevî  komên DAÎŞ-ye xweveşartî bûne. Hêzên Sûrîya Dêmokratîk dane dîyarkirinê, wekî opêrasîyona dijî têrorê hatîye derbazkirinê û ew li nehîya Abadanêye li Şedadîyê, li beşa Hesekêye başûr derbaz bûye. Nava encamên opêrasîyonêda sê çekdar hatine girtinê,yên ku tevî cîhwarkirina mîna bûne û usa jî tiştên teqandinê çê kirine. Opêrasîyon bi piştgirîya hêzên koalîsîyona navnetewî hatîye derbazkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button