Sereke

Qewilên hatina li Ermenîstanê hatine guhartinê

Bi meremê kêmkirina rîska belavbûna nexweşîya koronavîrûsê, wedê karantîna li Ermenîstanê elamkirî hatîye dirêjkirinê, hetanî 2O-ê kanûna sala 2O21-ê. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê elam kirine.

Teşkîleta hemdinîyayêye saxlemîxweykirinê derheqa pêla nexweşîyêye çarada elam kirîye.Li temamîa dinîyayê, nava wêda li Fêdêrasîya Rûsîyayê û li Gurcistanê, û li cêrge welatên mayîn, tevî kîjana Ermenîstan nava pêwandîyadane, cûrê nexweşyêyî nû, yê bi navê «Dêlta» belav bûye.

Bi hesabhildana vê yekê, tê kifşê wekî dereca nexweşîyê zêde bûye û bona pêşîgirtinê wedê karantînê bi şeş meha hatîye dirêjkirinê. Xêncî wê yekê dewakarîyên hatina li Ermenîstanê jî hatine zelalkirinê. Niha sêrtêfîkata usa pêwîste, ya ku gerekê ji alîyê organa Ermenîstanêye anegorda, bi qayîlîya dualî, bê qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button