Sereke
ŞAY wê cedandinên xwe bide xebatê, ku paşdavegerandina dîlên leşkeî bê çareserkirinê:Blînkên
Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi têlefonê tevî sêkrêtarê Şatên Amêrîkayêye Yekbûîyî dewletê Êntonî Blînkên xeberdaye. Girêdayî hilbijartinên parlamêntîyêra, Êntonî Blîkên Nîkol Paşînyan pîroz kirîye.Ewî cedandinên Nîkol Paşînyane bona çêkirina heleqetîyên bi rîya edile tevî opozîsîyayê bilind qîmet kirîye.
Êntonî Blînkên daye bawarkirinê, wekî ŞAY wê hemû cedandina bide xebatê bona ku hemû dîlên leşkerî paşda vegerînin.
Bi xeberdana derheqa têma derheqa Qerebagêda, sêkrêtarê ŞAY dasekinandina şuxulkarîya hemsedirên koma Mînskê girîng hesab kirîye û gotîye wek pêwîste ew şuxulkarî bê dasekinandinê, ya ku wê helkirina wededirêj bide pirsgirêka Qerebagê.