Sereke

Kurdistan û Almanîya hevraxeberdana bona çêkirina rîya hesinî derbaz dikin

Dêlêgasîya hukumata Herêma Kurdistanê li Almanîyayêye bona ku hevraxeberdana bo çêkirina rîya hesinîye li Kurdistana Îraqê bide derbazkirinê.Hatîye ragîhandinê wekî dêlêgasîya Kurdistanê  rastî wekîlên hevaltîya almanîye  «Deutsche Bahn»-ê  hatîye bona ku projeya rîya hesinî gotûbêj bikin.

Li Kurdistana Îraqê evê bibe rîya hesinîye ewlin, piştî wê yekê,wextê rîya hesinîye îraqî, ya ku Hewlêr, Kirkûk û Begda hevva dida girêdanê, salên 198O-yî xirav bibû.Hukumata herêmê soz daye ku hîmê çêkirina rîya hesinîye li Kurdistanê dayne, bona ku sîstêma transporta civakî bide berfirehkirinê û kirîn-frotana li herêmê bide pêşxistinê.

Sala 19O5-a Îraqê hîmê rîya xweye hesinî danîbû, dirêjaya kîjanê 2272 kîlomêtr bû, ya ku başûr û bakûrê welêt hevva dida girêdanê û diçû dighîşte Tirkîyayê. Feqet bi dehsalîya ew rê tenê bona barên kirîn- frotanê didane xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button