Sereke

Meremê Adirbêcanê heye pevçûyînên leşkerîye nû li Arsaxê û li ser sînorê ermenîya-azêrîya destpêkin: Nîkol Paşînyan

Xebitandina qewatê û barbarîyên bi massayî mîyaserkirî nikarin dew-doza Qerebagê bidine helkirinê.Wê yekê tenê bi rîya hevraxeberdana û nava doranên hemsedirtîya koma Mînskêda dikarin bikin. Derheqa wê yekêda borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê prêss-konfêransa tevayî, ya tevî serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl, gotîye.

«Nava vê hemtêkstêda ez dixwezim elametîya hemsedirên koma Mînskêye 13-ê nîsanê bîr bînim, bi kîjanê ew bangî alîya dikin ku li ser prînsîpên eyan dew-dozê helkin. Min çendik-çend cara gotîye wekî Ermenîstan bona destpêkirina hevraxeberdana hazire, lê Adirbêcan tu bersiv nedaye. Meremê Adirbêcanê  heye li Arsaxê û li ser sînorê ermenîya-azêrîya pevçûyînên leşkerîye nû destpêke.Wê yekê em li ser beşa sînorê ermenîya- azêrîyaye  Nexçêvanê dibînin»,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button