Sereke

Paşdaanîna dîlên ermenîye li Adirbêcanê bêyî tu qewil-qirara: Nîkol Paşînyan

Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê hevraxeberdanên tevî serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl gotîye wekî bêyî tu qewil-qirara paşdaanîna dîlên ermenîye li Adirbêcanê girînge.”Kirina Adirbêcanêye vî cûreyî, ya paşdanedayîna dîlên ermenî teribandina elametîya 9-ê mijdarêye sêalî, teribandina elametîyêye tek-tenê nîne»,-Paşînyan gotîye. Paşînyan usa jî bîr anîye wekî anegorî elametîya 9-ê mijdarê hemû rêyên transportê û sîstêmên êkonomîkî gerekê bêne vekirinê. Bi gotina Paşînyan, Adirbêcan vê şuxulkarîyê dide sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button