Sereke

Rojnama “Komara Ermenîstanê”: bona çi Yêrasx hatîye hedefkirinê?

“Van rojên dawî wezîreta Ermenîstanêye parastinê elametî derheqa agirkirinên ji alîyê azêrîyada, yên li beşa Yêrasxê, belav dike. Bona çi Yêrasx hatîye hedefkirinê?

Bona çi ji Yêrasxê destpê kirine, gelo bona wê yekê wekî Yêrasx xaleke transporta navnetewîye bakûr-başûre? Bona texmînkirina vî hemû tiştî meriv dikare du pirsa dayne ber xwe: Îran derheqa sîstêma transportêye nûda dibêje, dikevine nava kîjanê Ermenîstan, Hindistan, ji devtenga farisa hetanî behra Reş. Gelo biratîya tirka-azêrîya wê çi bike, heger femdarîye wekî bernama bakûr- başûre transportê bi sertkirina hale li Yêrasxê bike bin pirsê?

Êkonomîzan  Karên Sargsyan dibêje wekî Yêrasx bakûrê Ermenîstanêyî tevî başûre û heger dijmin vî alîda tabîyên xwe pêşda bîne, wî çaxî Vayk û Syûnîk wê ji paytext û nehîyên mayîn bêne qetandinê. Heger ssênara wî cûreyî hebe, wî çaxî pirsa wa gotî “sivderê” wê bê helkirinê.Rîya bakûr- başûre navnetewî  yan jî ya nihaye Yêrêvan- Mêgrî- Îran, hema Yêrasxêra derbaz dibe û heger usabe, wî çaxî tevgirêdana tevî Îranê jî wê bê birînê…”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button