Sereke

Mehkema Bekûyê 13 dîlên ermenîye leşkerî bi girtina şeş salava ceza kirîye

Mehkema Bekûyê 13 dîlên ermenîye leşkerî bi girtina şeş salava ceza kirîye. Mehkemê usa jî qirar kirîye, wekî  piştî mayîna şeş salaye hebsêda ewê bêne paşdadayînê. Dijî girtîya cêrge gunehkarkirin pêşda kişandine.Parêzerê mafên mêriv Arman Taoyan gelek cara daye dîyarkirinê, wekî prosêsên mehkemêye dijî dîlên ermenî bi temamî bêhîmin û çêkirîne. Parêzer daye dîyarkirinê wekî girtina wan anegorî mafê navnetewî cezayê qedexekirîye. Bi gotina Tatoyan, ew yek ber çevaye, wekî ev kirinên Bekûyê li ber dinîya der çawa perde tê pêşdakişandinê, bona ku azabernedana dîla bê «afûkirinê».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button