Sereke
Kongrêsa ŞAY dikare dengê xwe bide wê qirarê ku Adirbêcanê ji fînansekirina leşkerî miqûf bihêle
Roja sêşemê komîtêya Kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîye pirsên xweykirina qeyde-qanûnên hundur, wê qirarke ku fînansekirina leşkerîye bona Adirbêcanê bidine sekinandinê, û wextê civîna kongrêsê wê wê yekê bona dengdayînê raber bikin.
Rêzolyûsîya derheqa guhartinêda ji alîyê serokên komîsîya Kongrêsêye pirsên ermenî Frênk Paloûn, Dêyvîd Valadao, Cêkî Spîyêr, Adam Şîf, Brêd Şêrman û Cûdî Çûda tê serkarîkirinê.
Heger palata Wekîla wê yekê îzbatke, wî çaxî dengdayîn wê hevtîya mayîn derbazbe.