Sereke

Raporta Organîzeya Netewên Yekbûyî: Tirkîya bona îslamîstên radîkal gemî ye

Mîgrantên ûygûr, tirkmên û yên mayîne li Tirkîyayê çawa kadroyên bona endamtîya nava teşkîletên têrorîstîye îslamîstên radîkal da tên hesabê.Derheqa wê yekêda nava raporta Organîzeya Netewên Yekbûyîda hatîye dîyarkirinê. «Dengê Amêrîka»-yê ragîhandîye, wekî nava raportêda hatîye dîyarkirinê, wekî li provînsîya Sûrîyayêye Îdlîbê Tirkîyayê çawa dergehê girîng hesab dikin.

Teşkîletên têrorîstîye mînanî DAÎŞ-ê û Al Qaîdayê cedandinên xwe didine xebatê, ku meriva ji miletên tirkîaxif bikine nava komên xwe, yên ku li Tirkîyayê dijîn. Hatîye gotinê, wekî cêrge çekdarên DAÎŞ-ê hatine girtinê, yên ku dicêribandin bikevine Tirkîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button