Sereke

Bloka parlamêntê bang kirîye ku îzina tevbûna Tirkîyayêye tevî karên Îraqê nedin

Bloka parlamênta Îraqêye An-Nasirê bang kirîye ku îzina Tirkîyayê nedin ku ew tevî karên Îraqêyî hundur bibe.Nava elametîya bloka parlamêntêda hatîye dîyarkirinê,wekî ew encamên dîyaloga stratêcîye di navbera îraqîya-amêrîkîyada silav dikin û wê yekê çawa serkeftina Îraqê, ya bona berjewandîyên wê, hesab dikin.An-Nasir bang dike ku serbixwetîya Îraqê gerekê bê qewînkirinê û gerekê îzinê nedin ku ji der tevî karên Îraqêye hundur bibin, bi taybetî gilî derheqa Tirkîyayêdane.

Bloka An-Nasir bin serkarîya serekwezîrê Îraqêyî berê Heydar Al Abadîdane.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button