Sereke

Çawa bersiva xebitandina qewatê, Ermenîstanê temamîya sîstêma xweye leşkerî-sîyasî anegorî mafê navnetewî bide xebatê:wezîreta karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der elametî belav kirîye, kîjanêda hatîye gotinê:

“Hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî, yên ku ji 12-ê gulanêda ketine têrîtorîya Ermenîstana serbixwe, 28-ê tîrmehê, şev seheta O3:4O deqe êrîş birine li ser tabîyên ermenîye li  alîyê sînorên ermenîya-azêrîyayî alîyê bakûr-rojhilatê, nava encamên kîjanêda şer destpê bûye. Anegorî melûmetîyên pêşda, stendî zyana meriva heye.

Tiştekî ber çeva ye, wekî alîyê azêrîya bi zanebûn berbi sertbûna hal diçe, wextê ku hazirîya hêzên azêrîyaye li ser têrîtorîya Ermenîstanê heye, wextê ku serokatîya Adirbêcanê dewa topraxên Ermenîstanê dike.

Çawa bersiva xebitandina qewatêye dijî yektîya têrîtorîyayên Ermenîstanê, Ermenîstanê anegorî mafên nvanetewî temamîya sîstêma xweye  leşkerî- sîyasî bide xebatê.

Em bi cûrê berk opêrasîyonên  azêrîyaye leşkerîye dijî aşîtî û bêqezîyabûna herêmê gunehkar dikin.

Cabdarîya sertbûna hal bi temamî dikeve li ser serokatîya Adirbêcanêye leşkerî- sîyasî”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button