Sereke

Hukumata Ermenîstanê dijî Adirbêcanê, bona 25O-î dîlên ermenî, li mehkema Avropayêye mafên mêriv erza şikyatkirinê raber kirîye

Wextê şerê 44 roje û piştî wî şerî, ji alîyê Adirbêcanêda teribandina mafên mêriv hindava 25O-î dîlên ermenî hatine mîyaserkirinê û bo wê yekê jî hukumata Ermenîstanê dijî Adirbêcanê şikyatê xwe raber kirîye. Derheqa wê yekêda pêşezana ofîsa mehkema Avropayêye mafên mêriv Hasmîk Samvêlyanê gotîye.

Bi gotina wê, ji alîyê Ermenîstanêda cêrge şikyat derheqa xirabkarîyên şêr, xebitandina sîlihên qedexekirî, kirêkrîyên sûryanîda hatine raberkirinê: “Şikyatekî cuda dijî Tirkîyayêye. Ev şikyatkirin hatine raberkirinê û ji alîyê mehkema avropîda hatine qebûlkirinê”.

Ermenîstanê  dijî Tirkîyayê şikyatê xwe raber kirîye girêdayî berevkrina kirêkirîyn ji Sûrîyayêra û cîguhastina wane li Adirbêcanêra.

Hukumata Ermenîstanê daye dîyarkirinê, wekî Tirkîyayê cêrge mafên binelîyên Arsaxê û Ermenîstanêye  mayîn jî teribandine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button