Sereke

Hukumatê bona kirîna vaksînayên Sinopharm û Pfizer-ê sê mîlîard 45O-î mîlîon diram başqe kirine

Hukumatê bona kirîna vaksînayên  Sinopharm  û Pfizer-ê  sê mîlîard 45O-î mîlîon diram başqe kirine.Borcbira wezîrê Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê wextê civîna hukumatê ew yek daye dîyarkirinê û gotîye wekî ew vaksîna wê bona 25O OOO merivîbe.

Ewê daye dîyarkirinê, wekî aktîvîya hindava vaksînîzasîyakirinêda zêde dibe û hetanî niha 163 hezar meriv îdî hatine vaksînîzasîyakirinê. «Eva  pêşîya destpêbûna sala xwendinêye payîzê garnatîya girînge, wextê ku gelek meriv îdî wê vaksînîzasîyakirîbin»,-Avanêsyanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button