Sereke

Adirbêcanê girêdyî elametîyên Jîrînovskîra nota teslîmî baylozxana Rûsîyayê kirîye

Wezîreta Adirbêcanêye karên der nota şikyatkirinê teslîmî baylozxana Rûsîyaêye li Adirbêcanê kirîye. Ev yek girêdaîye xeberdana Vladîmîr Jîrînovskîra, wextê ku ewî hevpeyvîn dabû radîyoya “ Komsomolskaya Pravda”-yê.

Em bidine kifşê, wekî Jîrînovskî elam kirîye, wekî Rûsîya gerekê paşda vegere împêratorîya rûsî û ew jî li ser hemû topraxên sovyêta berê. Bona ku “leşkerên rûs li Qafqasîya Başûr neyêne kuştinê”. Jîrînovskî bang kirîye ku serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv teglîfî qisê bikin û pêra jî gotîye wî: “Îlham, bavê te Heydar Elîyêv merivekî aqil bû. Bo wê yekê jî, Îlham, tê wê têrîtorîyayê bistînî, kîjanê tu dixwezî, lê îzina tu kesî tune ku bi cûrekî mayîn leşkerê rûs binihêrin. Te fem kir, Îlham?”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button