Sereke

Pêşîkêşê dêra ermenîye li Îraqê rastî Nêçîrvan Barzanî hatîye

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşîkêşê dêra ermenîye li Îraqê Avag Asatûryan qebûl kirîye.

Wextê hevdîtinê, pirsên derheqa ola ermenîye li herêmê û mesîhîyên li Îraqê, usa jî parastina mafên dêra, şuxulkarên sîyasîye li  Îraqê hatine gotûbêjkirinê.

Pêşîkêşê dêra ermenîye li Îraqê bi hûrgilî derheqa seredana xweye li Zaxoyê raber kirîye, li kîderê ermenî  dijîn. Xeberdan derheqa halê netewên mayîne li Kurdistanê, çanda wan û hevfemkirinêda çûye, û ew yek bilind hatîye qîmetkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button