Teşkîletên ermenîya, qibrisîya û kurda agrêsîya tirkaye li Kurdistanê gunehkar dikin
Teşkîletên ermenîya, qibrisîya û kurda agrêsîya tirkaye li Kurdistanê gunehkar dikin.Nava elametîya xweda wan teşkîleta bang kirîye ku sanksîya û hukumê dîplomatî bidine xebatê bona ku êrîşa Tirkîyayêye li herêmê bidine sekinandinê.
Nava elametîyêda hatîye gotinê: organên wekîltîyên kurda, ermenîya û qibrisîyaye li Brîtanîya Mezin çûne cîhê rûniştandina serekwezîrê Brîtanîyayê û name teslîm kirine, bi kîjanê berbirî Borîs Conson bûne, bona ku mecal bêne xebitandinê, ku opêrasîyonên Tirkîyayêye leşkerîye li başûrê Kurdistanê bidine sekinandinê Em bangî hukumatê dikin ku hemû mecalên dîplomatî bidine xebatê û agrêsîyayê, usa jî şerên di navbera kurdada bidine sekinandinê. Em usa jî hîvî ji hukumatê dikin, ku sanksîya wî çaxî derxin, dema ku Tirkîya opêrasîyonên li başûrê Kurdistanê bidine sekinandinê”.