Sereke

Alên Sîmonyan qulixa serokê parlamêntêda hatîye hilbijartinê

Li parlamênta 8-a, wextê cara duem, ya dengdayîna derdayî, Alên Sîmonyanê ji fraksîya «Peymana sîvîl» çawa serokê parlamêntê hate hilbijartinê.

Kandîdatên ji fraksîya « Ermenîstan» Mxîtar Zakaryan û ji fraksîya « Qedirê min heye» Artûr Sargsyan deng nestendibûn. Parlamêntvanên fraksîyayên opozîsîyon tevî dengdayînê nebûne.

 Kinyazê Hemîd Hesenov sedirtîya civînê dikir û ewî elam kir, wekî Alên Sîmonyan çawa serokê parlamêntê hatîye hilbijdartinê. Ewî ji navê hemûya Sîmonyan pîroz kirîye. Sîmonyan jî bona  aminayê razalixî elam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button