Sereke

Nîkol Paşînyan bi têlefonê tevî Êmanûêl Makron xeberdaye

Nîkol Paşînyanê serekwezîr bi têlefonê tevî serokê Fransîyayê Êmanêl Makron xeberdaye.

Makron Nîkol Paşînyan, girêdayî kifşbûna wîra, ya qulixa serekwezîrda, ew pîroz kirîye û mîyaserbûna şuxulkarîyên  dêmokratîk bilind qîmet kirîye. Serokê Fransîyayê derheqa qirara dayîna 2OO OOO dozayên vaksînayêye bona Ermenîstanê daye dîyarkirinê. Paşînyanê serekwezîr girêdayî wê yekêra razaîbûna xwe elam kirîye.

Serekwezîrê Ermenîstanê derheqa provokasîyonên Adirbêcanêye li ser sînor, xeberdana Adirbêcanêye agrêsîv daye dîyarkirinê û gotîye wekî merem ewe ku li herêmê hal bidine tevlîhevkirinê.Ewî usa jî derheqa dîlên ermenî û prosêsên mehkemêye çêkirîda daye dîyarkirinê.

Makronê serok kifşkirina sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda girîng hesab kirîye. Nîkol Paşînyan derheqa cîhwarkirina mîsîya dîtindarîyêye ji alîyê Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvda raber kirîye û ew yek hesab kirîye, yan jî heger usa nebe, çawa rêyeke başqe  ku mîsîya welatên hemsedirên koma Mînskêye dîtindarîyêda pêşnîyar kirîye.

Serokê Fransîyayê derheqa hazirîya xweda daye dîyarkirinê û gotîye wekî ewê cedandinên xwe bona qewînbûn û aşîtîya li herêmê bide xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button