Sereke

Piştî hevt sala tragêdîya li Şengalê hê xwe dide kifşê

Ji roja tragêdîya Şengalê  îdî hevt sal derbaz bûne, lê encamên wê hê têne kifşê, çimkî li wir qewilên anegor nehatine sazkirinê û piranya êzdîya hê venegerîyane  li nehîyên xwe.

Komkujîya êzdîyaye li Şengalê, piştî wê yekê derbaz bû, dema ku komên  DAÎŞ-îy têrorîstî Mûsil dagir kirin, wextê ku eskerê Îraqê şerkarî da sekinandinê.Koma DAÎŞ-ê êzdî çawa «bêbawar» nav kir, bona ku qetilkirinên li Şengalê bide afûkirinê.

Hatîye dîyarkirinê, wekî  ji 55O OOO êzdîyên Îraqê, piştî êrîşa DAÎŞ-ê, 36O OOO hatine cîguhastinê. Nava rojên ewlinda 1293 êzdî carekêra hatine kuştinê.

Nenihêrî wê yekê,wekî li hev hatîye DAÎŞ-ê ji Şengalê bidine derxistinê, bi hezara êzdî dîsa ditirsin vegerine nehîyên xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button