Sereke

Adirbêcan sîyasîya agrêsîv hindava Ermenîstanêda berdewam dike: Paşînyan

Ez dixwezim bêjim, wekî roja îroyîn dora Komara Ermenîstanê halekî gelekî serte. Derheqa wê yekêda, Nîkol Paşînyanê serekwezîr li wezîreta Ermenîstanêye parastinê gotîye.

«Em zanin wekî ji 12-ê gulanêda hêzên Adirbêcanêye sîlihkirî bi cûrê neqanûnî sînorê Ermenîstanê teribandine. Gelek rexnekirin hatine kirinê ku bona çi hêzên Ermenîstanê mecala nadine xebatê, ku wî halî altkin. Ez dixwezim bêjim, wekî tabîya me ew bûye, ku heger mecal heye hal bi rîya dîplomatî bidine helkirinê, emê usa bikin»,- Paşînyan gotîye.

«Adirbêcan sîyasîya agrêsîv berdewam dike. Ew dixweze usa raberke, wekî ewê dora Ermenîstanê rojeveke usa hazir kirîye û ew wê rojevê borcdar dike. Em gerekê bidine kifşê, wekî rojeva me heye û Ermenîstan dîsa nava dorana borcdarîyên navnetewîdane. Dêmek, cêribandin tê kirinê, ku mecalê nedin bona helkirina pirsa, yên ku nava rojeva hukumata Ermenîstanêdanin»,- serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button