Sereke

Wezîreta Rûsîyayêye karên der derheqa mecala cîhwarkirina sînorxweykirên rûse li ser sînorê ermenîya-azêrîya daye dîyarkirinê

Pirsgirêkeke mîyaserkirina cîhwarkirina sînorxweykirên rûse li ser sînorên ermenîya-azêrîya, tunebûna nêzîkbûnên navnetewîye hiqûqî ye. Derheqa wê yekêda cîgirê dêpartamênta wezîreta Rûsîyayêye karên dere çapkirinê û înformasîyayê Alêksandr Bîkantov gotîye, wextê ku ewî pêşnîyara Nîkol Paşînyanê srekwezîr şirove kirîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî bûyarên van axirîyaye li ser sînorê ermenîya-azêrîya Rûsîyayê xemgîn dikin.

“Ew yek hal diha dide tevlîhevkirinê, bi taybetî wextê ku ji herdu alîya jî meriv tên kuştinê. Mixabin, nenihêrî wê yekê, wekî gav tên avîtinê, lê halê sert hê kêm nebûye. Bo wê yekê jî ez bangî alîya dikim, ku ji pevçûyînên wî cûreyî dûr bimînin, yên ku hal dikarin diha sertkin. Hemû pirsa gerekê bi rîya edil helkin. Rûsîya hazire pêşerojêda jî nava pirsa helkirina halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya, cedandinên xwe bide xebatê”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button