Sereke

Andranîk Koçaryan derheqa wezîreta parastinêye belakirî, ya derheqa hevraxeberdanên li Mosvayê, xeberdaye

Wezîretên Ermenîstanê û Rûsîyayêye parastinê li Moskvayê derheqa pêşîgirtina werguhstina halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya gotûbêj kirine. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê fraksîya “Peymana sîvîl”, kandîdatê serokê komîsîya parlamêntêye parastinê û bêqezîyabûnê, Andranîk Koçaryan gotîye.

Andranîk Koçaryan bersiva pirsa parlamêntvana ji fraksîya “Ermenîstan” Anna Grîgoryanê daye.

“Niha bona min dijware ez bêjim, ku pevketinên meye di navbera hêzên me û Rûsîyayêda gihîştine kîderê. Feqet ew yek nikare bibe zyana Ermenîstanê.Ew yek girêdaîye wê yekêra, ku em çiqasî lez dikarin hêzên xweye sîlihkirî bidine dasekinandinê”,-Koçaryan gotîye. Parlamêntvan gotîye, wekî li Rûsîyayê pirsên girêdayî sînorên Ermenîstnêra tên gotûbêjkirinê, wextê kîjana usa jî wekîlê leşkerîyî ji Adirbêcanê jî hazire.

“Tu kes nikare li piş parlamêntê şuxulkarîya hevraxeberdana derbazke, çimkî ew hemû tişt, heger pêwîstbe, wê li parlamêntê jî bê gotinê”,- Koçaryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button