Sereke

Bûyarên li ser sînorên ermenîya-azêrîya bona bêqezîyabûna Ermenîstana endama organîzeyê qezîyane: Zas

Bûyarên li ser sînorên Ermenîstanê û Adirbêcnê bona herêma Qafqasîyayê, ya ku bin cabdarîya Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvdane,  usa jî bona Ermenîstana endama organîzeyê, qezîyane. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê Organîzeya  Peymana Bêqezîyabûna  Kolêktîv Stanîslav Zas, wextê seredana li pareskerekî li Araratê, gotîye.

Bi gotina wî, halê li ser sînorên ermenîya-azêrîya bin guhdarîya organîzeyêdane.

“Em her dem monîtorîngê mîyaser dikin û nava wanda usa jî piştgirîya sîstêmên dewletê heye. Em difikirin, wekî bûyarên li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê bona herêma Qafqasîyayê û usa jî bona Ermenîstanê qezîyane. Heger em  derheqa helkirina pirsgirêkêda xeberdin, em difikirin, wekî mecalên helkirina pirsgirêkêye bi rîya sîyasî xilaz nebûne, û cûrê herî baş wê ewbe”,-sêkrêtarê organîzeyê gotîye.

“Em bi wê yekê nerihetin, wekî van axirîya li ser sînor întênsîvîya wan bûyara zêde bûye.Ew yek alî destpêkirina xebata nake. Em hîvîyêne, wekî hemû alî wê ewê yekê fem bikin û wê gava bivêjin, bona ku hevraqayîlnebûna bi rîya sîyasî helkin”,- sêkrêtarê organîzeyê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button