Sereke
Sîyasetmedarê alman bi seredan çûye ofîsa HDP-ê ye li Îzmîrê
Endamê parlamênta Almanîyayê Nîls Şmîd çûye ofîsa HDP-ye li Îzmîrê. Ew bi fermî hatîye qebûlkirinê. Wekîlên HDP-ê derheqa êrîşa ser ofîsa xweda gilî kirine, û dane dîyarkirinê, wekî tabîya civaka navnetewî gelekî girînge. Hatîye raberkirinê, ku çi cûreyî ofîsa HDP-ê hatîye êrîşkirinê û nava encamê wê yekêda Dênîs Poyraz hatîye kuştinê.
Em bêjin, wekî Dênîz Poyraz nîveka meha hezîranê ji alîyê êrîşkirada hatîye kuştinê. Ofîsa HDP-ye li Îzmîrê şev û roj bin kontrola polîsîyayêda bû.