Sereke

Wezîreta Adirbêcanêye parastinê aşîtîparêzên rûs şantaj dike

Wezîreta Adirbêcanêye parastinê nava binelîyên xweda û usa jî nava civaka hemdinîyayêda, dora halê li Qerebagê înformasîyayên nerast belav dike. Bi wî meremî wezîretê elametî belav kirîye û halê rast cûrekî mayîn raber kirîye, pêra jî bêhurmetkirin û gefxwerin raber kirine.

Nava wê elametîyêda hatîye gotinê, wekî giva Ermenîstanê elametîya sêalî teribandîye, giva hêzên xwe kirîye têrîtorîya Adirbêcanê, li kîderê hêzên Rûsîyayêye aşîtîparêz cîhwarkirîne.

“Ev hemû tişt wî çaxî diqewime, wextê ku wezîrê Ermenîstanêyî parastêyî nû Arşak Karapêtyan elam kir, ku heger provokasîya biqewimin, gerekê bersiva wan bidin.Wezîreta parastinê dide dîyarkirinê, wekî eskerê Adirbêcanê wê hemû gavên anegor biavêje”,- prêssa Adirbêcanê elam kirîye.Eva cara ewlin nîne, wekî Adirbêcan berbirî alîyê rûsa dibe û şantajê dike.

Wezîreta Adirbêcanêye parastinê wî çaxî ev elametî belav kiribû, dema ku li zona cabdarîya aşîtîparêzên rûs, hêzên azêrîya diron dane xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button