Sereke

Îraq û Kurdistan pevketine ku li ser têrîtorîyayên hevraqayîlnekirî hêzên xwe bikin yek

Hêzên Îraqêye fermî û yên Herêma Kurdistanê pevketine, ku hêzên xwe bikin yek, yên ku wê li ser têrîtorîyayên hevraqayîlnekirî kontrol bikin, li kîderê DAÎŞ dicêribîne gavên xwe biavêje.

Koma wezîreta Îraqêye derecebilind  li Hewlêrê rastî hevalkarên xweye ji wezîreta pêşmerga hatine.Wekîlên koalîsîyona navnetewî jî li wir hazir bûne.

Herdu dêlêgasîya pirsa derheqa merkezên xweye li Nînêvîyayê, Kirkûkê, Maxmûrê û Xaneqînê gotûbêj kirine. Derheqa wê yekêda gênêral Cemal Îmînkî, serokê ştaba pêşmerga, wextê prêss-konfêransê gotîye.Hatîye dîyarkirinê,wekî heger fermandarê hêzên Îraqê Mistefa Al Kazimî îzina paravekirina byûcêya bona wan herdu pareskera bide, wî çaxî hemû pirs wê bêne helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button