Sereke
Vahan Kêrobyan û wekîlên hevaltîya avîyasîyone «Lufthansa»-ê pirsa derheqa hevkarîya li Gumirîyê gotûbêj kirine
Wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan wekîlên hevaltîya avîyasîyone «Lufthansa»–ê qebûl kirine.
Hatîye ragîhandinê, wekî wextê hevdîtinê, pêrspêktîv û rêyên hevkarîyê hatine gotûbêjkirinê.Hatîye dîyarkirinê, wekî nava goveka tûrîzmêda Ermenîstan û Almanîya dikarin hevkarîya mezin bikin.
Hevaltîya almanîye avîyasîyon gotîye, wekî Ermenîstan bona tûrîstên alman alîkî hewaskare û ew dixwezin vê yekê bidine xebatê û prosêsê teşkîlkin.
Wextê hevdîtinê usa jî pirsa derheqa wê yekêda hatîye gotûbêjkirinê, ku kampanîya avîyasîyon ji bajarê Gumirîyê jî firîna mîyaserke.