Sereke

Mesrûr Barzanî: Damezrandina PDKê xwasteka gelê Kurdistanê ji bo parastina mafên xwe yên netewî yên rewa bû

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya 75emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û jidayikbûna Serok Barzanî, peyameke belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 75emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û jidayikbûna Serok Barzanî, peyameke belav kir û tê de ragihand, “Damezrandina PDK weke tevgerek bi Rêberatiya bavê rihê netewî yê me Mistefa Barzaniyê Nemir, geşandin û vejandina omîd, hêviyên neteweyek, werçerxaneke dîrokî û bersifdana xwestekên gelê Kurdistanê bû bo parastina mafên xwe yên netewî yên rewa.”

Di peyama Serokwezîrê Mesrûr Barzanî de hat: “PDK ku îro mezintirîn partiya Kurdistan, Îraq û deverê ye, hertim li gel xelkê xwe, diroşmên xwe yên neteweyî û nîştimanî, rastbêj bûye û xwedanê siyaseteke hekîmane yaku çavkaniya danayî û dîrokî ya tîje ji serwerî ya cenabê Serok Barzanî ye.

Deqa peyama Serokwezîrê Mesrûr Barzanî:

Bi boneya 75mîn salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê û herwiha jidayik bûna Rêberê me yê nîştimanî, Serok Mesûd Barzanî, gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî, tevahiya endam û alîgirên partiya demorkata Kurdistanê, kesûkarên serfiraz yên şehîdan, enfalkiriyan, pêşmergeyên qehreman û tevahiya Kurdistaniyên nîştimanperwer û têkoşer dikim.

Damezrandina PDK weke tevgerek bi Rêberatiya bavê rihê netewî yê me Mistefa Barzaniyê Nemir, geşandin û vejandina omîd, hêviyên neteweyek, werçerxaneke dîrokî û bersifdana xwestekên gelê Kurdistanê bû bo parastina mafên xwe yên rewa yên netewî.

Dîroka PDK dîrokeke şikûmend û tîje ji qurbanidan, xebat kirin, cuda nebûn ji xak û gelê Kurdistanê û tevîz nedan li ser pirsên Kurdistanî di bin her zextekê de ye.

PDK ku îro mezintirîn partiya Kurdistan, Îraq û deverê ye, hertim li gel xelkê xwe, diroşmên xwe yên neteweyî û nîştimanî, rastbêj bûye û xwedanê siyaseteke hekîmane yaku çavkaniya danayî û dîrokî ya tîje ji serwerî ya cenabê Serok Barzanî ye.

Îro ku 75mîn salvegera damezrandina PDK bibîr tînin, peyam, karname, armancên netewî û nîştimanî yên PDK, ji her demekê bihêztirin û bi coşeke mezin û zêdetir ve, li ser xebat û têkoşîna xwe berdewame. Serfiraziyeke gelek mezin jî bo bidest xistina destkeftên netewî û nîştimanî, parastina prosesa siyasî û demokrasî ya herêma Kurdistanê para PDKê ye ku bo vê yekê gelek qurbaniyên mezin daye.

Bêgoman karwana xebat û têkoşîna PDK bo pêşengî kirina tevgera azadîxwaz ya gelê Kurdistanê, bi hevkarî û hemahengiya aliyên din yên Kurdistanî, bo parastina mafên destûrî û pirsên nîştimanî û pere pêdana zêdetir ya çanda bihevre jiyan, tebayî û avakirina Kurdistaneke bihêz berdewame û roj bi roj, PDK zêdetir dibe cîhê baweriya xelkê Kurdistan û tevahiya hewlên xwe jî dide bo xizmet kirina zêdetir ya xelkê berxwedêr ya Kurdistanê.

Di bîranîna 16ê Tebaxê de, birêzdarî ve, xebat û têkoşîna damezrinerê PDK, bavê nîştimanî yê me Mistefa Barzaniyê nemir û şehîdê Serkirde û hertim di bîr de, Îdrîs Barzanî û tevahiya şehîdên Kurdistanê bibîr tînin.

Mesrûr Barzanî

16ê Tebaxa 2021an

Zêdetir nîşan bide
Back to top button