Sereke

Ofîsa Mesûd Barzanî 75-salîya damezirandina Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk pîroz dike

Ofîsa lîdêrê kurd Mesûd  Barzanî 75-salîya damezirandina Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk  û usa jî rojbûyîna Mesûd Barzanî pîroz kirîye.

“Girêdayî 75-salîya damezirandina partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û usa jî roja bûyîna Mesûd Barzanîyê lîdêrra, em pîrozbahîyê xwe raberî Mesûd Barzanî û temamîya xebatkarên partîyayê, cimeta Kurdistanê, malbetên şihîda, pêşmerga, hemû hêzên bêqezîyabûna Kurdistanê û komên mayîn dikin”,-nava elametîya ofîsêda hatîye gotinê.

“Em hêvîdarin, wekî ev bûyara mezin wê bibe kanîya gulvedana Herêma Kurdistanê, yekîtîya di navbera hemû partîyayên li Kurdistanê”.

Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk 16-ê adara sala 1946-a, ji alîyê Mistefa Barzanîda, bavê lîdêrê partîyayêyî niha Mesûd Barzanî, li bajarê Kurdistana Îranêye Mehabadê hatîye damezirandinê. Piştî sazbûna partîyayê şerkarîya sîlihkirî dijî rêjîmên rêprêsîv, bona mafê otonomîya kurda, destpê  bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button