Sereke

Aşîtîparêz gerekê li Arsaxê awqasî bimînin, hetanî ku pirsgirêk bê helkirinê: Arşakyan

Cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê  Hakob Arşakyan derheqa xebatên parlamênta nûda xeberdaye û wextê xeberdanê derheqa pirsên Ermenîstanê û Arsaxêye bêqezîyabûnêda daye dîyarkirinê.

Bi gotina wî, rojeva ku tê pêşnîyarkirinê, alîyê azêrî naparêze, lê Ermenîstanê hemû tiştî bike, ku sînor bêne îzbatkirinê û naskirinê, ne tenê ji alîyê Ermenîstanê û Adirbêcanêda, lê usa jî ji alîyê welatên hemsedirên koma Mînskêda.

“Anegorî nêzîkbûna me, bi dirêjaya sînor, bi taybetî li wan beşa, li kîderê pevçûyîn diqewimin, gerekê komên monîtorîngê, yan jî sîstêm bêne cîhwarkirinê, bona ku zelal bê kifşê, ku pevçûyîn ji alîyê  kîjan alîda tên destpêkirinê û ew yek tê qîmetkirinê.Emê tevî hemsedirên koma Mînskê bicêribînin bi rîya edil, bi rêyên dîplomatî pirsê helkin, bona ku êskalasîya nebe, lê gerekê elametîyên wezîreta parastinê jî hesab hildin, çimkî hêzên azêrîya nava erdê medanin”,- cîgirê serokê parlmêntê gotîye.

Bi fikira Arşakyan, alîyê azêrîya wê bikeve deşta gotûbêjkirina, lê gotûbêjkirinên bi formata serekwezîraye sêalî, gerekê bêne dasekinandinê, rê bêne vekirinê, bona ku halê êkonomîkîyî dora Ermenîstanê bê guhartinê.

Bi xeberdana derheqa pirsgirêka Arsaxêda, cîgirê serokê parlamêntê gotîye, wekî aşîtîparêzên rûs wê li Arsaxê awqas wext bimînin, hetanî ku pirsgirêka Qerebagê nehatîye helkirinê.Bi gotina wî, Ermenîstan hazire hevraxeberdana nava doranên koma Mînskêda destpêke û alîyê ermenî hêvîdare wekî Adirbêcanê hazirîyê bide kifşê, ku hevraxeberdan derbazbin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button