Sereke

Lavrov bangî hevaltîyên transportê kirîye ku guhdarîyê bidine ser potênsîyala Qerebagêye tranzît

Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov bangî  wan hevaltîyên Rûsîyayê kirîye, yên ku bi cîguhastina barava mijûl dibin, ku guhdarîyê bidine ser potênsîyala Qerebagêye tranzît.

Derheqa wê yekêda ajansa TASS-ê ragîhandîye.

“Li vir niha xebata aktîv bona sîstêmên transportê, dasekinandina rîya, mîyaser dibe, bo wê yekê jî lazime guhdarîyê bidine ser wê beşa bi pêrspêktîv, ya ku wê bi êkonomîkî kardarbe.

Ew yek girînge, ku  pêşdaçûyîna vê beşa êkonomîkî bi tevbûna Rûsîyayêye aktîv mîyaserbe”,-Lavrov wextê hevdîtina tevî asosîyasîya navnetewîye cîguhastina bara gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button