Sereke
Li Ermenîstanê wê qulixdarîya cesûsîye der bê sazkirinê
Nava pênc salên pêşinda li Ermenîstanê wê qulixdarîya cesûsîye der bê sazkirinê.
Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serekwezîr wextê raberkirina progirama hukumatêye salên 2O21-2O26-a gotîye.
“Nava vê progiramêda me daye dîyarkirinê, wekî nava pênc salên pêşîya meda li Ermenîstanê wê qulixdarîya cesûsîye der bê sazkirinê”,-Paşînyan gotîye.
Serekwezîr daye dîyarkirinê,wekî faktoreke girînge bona çareserkirina bêqezîyabûna Ermenîstanê usa jî pêşxistina êkonomîkayê û qewînbûna sosîyalîye.