Sereke

34 selefê parlamêntvanaye nava parlamênta 8-da jinin

Nava parlamênta Ermenîstanêye 8-da ji 1O7 parlamêntvana 36 jinin û ew yek dibe 34 selefê parlamêntê.Himberî parlamênta 7-a, vê carê hejmara jina  bi 1O selefava zêdeye. Em bêjin, wekî ji fraksîya “Peymana sîvîl”, ji 71 parlamêntvana 24 jinin, nava frakîsîya  “Ermenîstan”-da 29 parlamêntvanin, ji kîjana 1O jinin, lê nava fraksîya “Qedirê min heye” ji 7 parlamêntvana 2 jinin.

Kivota jinaye nava hilbijartinên parlamêntîyêda li Ermenîstanê sala 1999-a hatîye pêşdakişandinê.Kitêba hilbijartina têra didît, wekî nava navnîşên partîyayên ku tevî hilbijartina dibin, kivota jina 25 selefe. Vê carê kivota jina zêde bû, gihîşte 35 selefî.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button