Sereke
34 selefê parlamêntvanaye nava parlamênta 8-da jinin

Nava parlamênta Ermenîstanêye 8-da ji 1O7 parlamêntvana 36 jinin û ew yek dibe 34 selefê parlamêntê.Himberî parlamênta 7-a, vê carê hejmara jina bi 1O selefava zêdeye. Em bêjin, wekî ji fraksîya “Peymana sîvîl”, ji 71 parlamêntvana 24 jinin, nava frakîsîya “Ermenîstan”-da 29 parlamêntvanin, ji kîjana 1O jinin, lê nava fraksîya “Qedirê min heye” ji 7 parlamêntvana 2 jinin.
Kivota jinaye nava hilbijartinên parlamêntîyêda li Ermenîstanê sala 1999-a hatîye pêşdakişandinê.Kitêba hilbijartina têra didît, wekî nava navnîşên partîyayên ku tevî hilbijartina dibin, kivota jina 25 selefe. Vê carê kivota jina zêde bû, gihîşte 35 selefî.