Mîsîya Organîzeya Netewên Yekbûyîye pirsên Îraqê daye dîyarkirinê, wekî peymana Şengalê gerekê lez bê mîyaserkirinê
Mîsîya Organîzeya Netewên Yekbûyîye pirsên Îraqê daye dîyarkirinê, wekî peymana Şengalê gerekê lez bê mîyaserkirinê. Ev elametî rûyê nerihetîya organîzeyêda hatîye belavkirinê, çimkî wextê bûyarên van axirîyaye li Şengalê, meriv hatine kuştinê.
Têksta elametîyê vî cûreyî hatîye raberkirinê:
“Mîsîya Organîzeya Netewên Yekbûyî, bi hevkarîya tevî Îraqê, bi nerihetî dîna xwe dide bûyarên li bakûrê Îraqê, rûyê çida gelek meriv li Şengalê hatine kuştinê û birîndarkirinê.
Wextê opêrasîyonên leşkerî, nava wanda usa jî derbgîhandinên avîyasîyon, gerekê gavên xweparastinêye anegor bêne avîtinê ku binelîyên sîvîl zyanê nekevin.
Bi wê yekêva tevayî lazime girêdayî wan bûyarara lêpirsînê derbazkin, ku bibînin kî bona wê yekê cabdare.
Binelîyên cîh, yên ku wedekî dirêj nava dorgirtinêda bûne, giranîya wan zordarîya li ser xwe dibînin, çimkî konflîtek derbazî konlîfkteke mayîn dibe.
Organîzeya Netewên Yekbûyî bangî hemû alîya dike, ku berjewandîyên binelîyên edil daynine cîhê pêşin, bona ku êskalasîya neqewime. Aşîtî û qewînbûn gerekê bibine tiştên here girîng bona ku binelî paşda vegerin. Bo wê yekê jî peymana Şengalê gerekê lez bê mîyaserkirinê”.