Sereke

ŞAY tabîya xweye hindava opêrasîyonên Tirkîyayêye li Îraqê û Kurdistanê daye kifşê

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî tabîya xweye hindava opêrasîyonên eskerên tirkaye li Îraqê û Kurdistanê daye kifşê û bangî Enqerê kirîye ku qedirê serbestîya Îraqê bigre.

Bi menîya çûyîna peyî PKK-ê, Tirkîyayê van axirîya çend derbên avîyasîyon gîhandine gundên Îraqê, nava wanda usa jî li Şengalê, rûyê çida binelîyên sîvîl hatine kuştinê.

“Meva eyane, ku opêrasîyonên Tirkîyayê li bakûrên Îraqê tên mîyaserkirinê. Em tabîya xweye derheqa wê yekêda îzbat dikin, wekî opêrasîyonên leşkerîye li Îraqê gerekê qedirê serbestîya Îraqê bigrin”,-dêpartamênta ŞAY-ye dewletê elam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button