Sereke

Em têra dibînin sîlihên nû dest bînin: Arşak Karapêtyan

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Arşak Karapêtyan sê pirsên hîmlî têra dibîne, yên ku pêşîya eskerên ermenîne. Ji wan pirsa yek  destanîna sîlihên nû û baş e, ya duem heyîna senaya sîlihaye li Ermenîstanê ye û ya sêem îzinê nedin ku di navbera wezîreta parastinê û hevaltîyên sîlihçêkirinêda orteçî hebin. Derheqa wê yekêda wezîrê parastinê li Moskvayê gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî nava mîyaserkirina wan her sê pirsada rola girîng wê tifaqdara stratêcî Fêdêrsîya Rûsîyayê bilîze.

Ez dikarim bêjim,wekî emê gavên praktîk bona pêşxistina hevkarîya tevî Rûsîyayê biavêjin. Em têra dibînin ku sîlihên baş dest bînin û em ji destanîna sîlihên kevin paşda sekinîne. Ew sîyaseta me ye. Diha başe sîlihên me hindikbin, lê yên başbin û em hêvîdarbin wekî  ew sîlih wê baş bêne xebitandinê”,- Arşak Karapêtyan gotîye. Bi gotina wî, heger ev hersê qewilên pêşdakişandî bêne xweykirinê, wî çaxî li Ermenîstanê wê eskerê modêrnîzasyîakirî û yê anegorî sedsala 21-ê hebe, yê ku wê bikaribe li ber qezîyayên heyî ber xwe bide.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button